Erdogan: Divê HSD bi lez tev li Artêşa Sûriyê bibe

Erdogan: Divê HSD bi lez tev li Artêşa Sûriyê bibe

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniyên xwe de piştî vegera ji Misrê, tekezî li ser pêwîstiya lezkirina pêvajoya entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav artêşa Sûriyê kir. Erdogan ev gav weke faktoreke bingehîn ji bo bilezkirina pêşketina Sûriyeyê û parastina destkeftiyên herêmê bi nav kir.

Erdogan diyar kir ku têkiliyên wan bi Sûriyeyê re di her astê de bi awayekî berfireh didomin û got, "Em bi biryar in ku hevrêzî û hevkariya nêzîk xurt bikin." Wî her wiha girîngiya yekparçeyiya axa Sûriyeyê dubare kir û da zanîn ku ev yek ji bo Tirkiyeyê "ne mijara danûstandinê ye".

Serokkomarê Tirkiyeyê pesnê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê veda ji ber nêzîkatiya wê ya ku hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên welêt di nav xwe de dihewîne. Wî hişyarî da aliyên ku hewl didin Sûriyeyê cardin bikişînin nav aloziyan û got, "Ew kesên ku dixwazin Sûriyeyê dîsa bixin nav şer, ne ji bo Kurdan, ne ji bo Durzî û ne jî ji bo Elewiyan başiyê naxwazin."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku di meha Adarê de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de lihevkirinek ji bo entegrasyonê hatibû îmzekirin, lê cîbicîkirina wê bi hinek astengiyan re rû bi rû maye.

Li ser mijara Xezeyê, Erdogan eşkere kir ku Tirkiye dê di pêvajoya ji nû ve avakirinê de roleke aktîf bilîze. Wî got ku gotûbêj li ser avakirina tîmeke taybet ji bo vê mebestê berdewam dikin. "Li Xezeyê karekî girung heye ku divê bê kirin. Tirkiye dê ji bo aştiyê bisekine û pêvajoyê bi bandor birêve bibe," Erdogan got.

Wî her weha soz da ku bi rêya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) piştgiriya konteyneran ji bo kesên ku li herêmê di konan de dijîn, peyda bikin. Erdogan tekez kir ku têkiliyên dîplomatîk û xebatên li qadê bi hevrêziyeke xurt berdewam dikin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.