28emîn welatê endamê Yekîtiya Ewropayê hate eşkere kirin

28emîn welatê endamê Yekîtiya Ewropayê hate eşkere kirin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku dê welatê 28emîn ê endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) Montenegro (Qeredax) be.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Ursula von der Leyen, di serdana xwe ya li Montenegro de diyar kir ku welatê wan di riya endamtiya YEyê de bi lez pêş dikeve.

Leyen got, "Hûn ne tenê bi paşeroja Ewropî ve girêdayî ne, di heman demê de hûn bi coş û dilgermî bi vê yekê bawer in. Ji ber ku hûn bêşik pêşengê pêvajoya tevlêbûnê ne, hûn biryardar in ku di sala 2028an de bibin endamê 28emîn ê YEyê. Ev armancek bi îdîa ye, lê em ji îdîayan hez dikin. Ger Montenegro li ser armancê bisekine û di nav yekîtiyê de bimîne, dikare vê yekê bi dest bixe."

Di civîna çapemeniyê ya hevpar a li bajarê Tivatê de, Serokwezîrê Montenegro Milojko Spajic jî anî ziman ku welatê wî plan dike ku hemî beşên danûstandinên endamtiyê yên YEyê heya dawiya sala pêş me temam bike.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.