Hakan Fîdan: Pêkanîna Peymana 10ê Adarê ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê giring e
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna re, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û rola Peymana 10ê Adarê daxuyaniyên girîng da.
Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye piştgirîya xwe ya ji bo avakirina aştî, aramî û îstîqrarê li Sûriyeyê didomîne û di warên wekî veguhastin, tenduristî û enerjiyê de projeyên berbiçav pêk tîne.
Fîdan bal kişand ser giringiya ewlehiyê ji bo pêşkeftina domdar û bi taybetî li ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) de ev nirxandin kir:
"Pêşkeftina domdar tenê bi misogerkirina şert û mercên ewlehiyê yên pêwîst mimkun e. Ji bo vê yekê, pêkanîna tevahî û bêkêmahî ya Peymana 10ê Adarê, ku ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekparçeyiya wê pir girîng e, girîng e."
Wezîrê Derve destnîşan kir ku pêkanîna tevahî ya vê peymanê ji bo pêkanîna aştî û aramiya mayînde li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.
Hakan Fîdan daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Bikaranîna vê derfeta entegrasyonê bi rêbazek rastîn dê ji bo pêşeroja Sûriyeyê pêşketinek watedar be."
Ev daxuyanî destnîşan dike ku Tirkiye pêkanîna vê peymanê wekî gavek bingehîn dibîne ji bo entegrasyon û îstîqrarê, ku divê hem bi ewlehî û hem jî bi yekparçeyiya xakê ve were girêdan.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.