NATO û YE pergaleke parastinê ya hevbes li dijî dronan pês dixin

NATO û YE pergaleke parastinê ya hevbes li dijî dronan pês dixin

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku NATO û Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşxistina pergaleke parastinê ya hevbeş li dijî wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) bi hev re dixebitin.

Rutte di serdana xwe ya fermî ya yekem de wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê çû Romanyayê.

Civîn li Qesra Cotroceni ya li Bûkareştê pêk hatin. Konferansa çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Rutte û Serokkomarê Romanyayê de li ser malpera serokatiyê ya li welêt bi zindî hate weşandin.

Rutte di daxuyaniyekê de got: "Em bi NATO û YEyê re pir nêzîk dixebitin da ku pergaleke parastina hewayî ya yekgirtî li dijî dronan biafirînin. Em hevpeymaniyeke parastinê ne, lê divê em ji bo her senaryoyekê amade bin."

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.