Îran dixwaze Rêxistina Hevkariya Îslamî li hemberê Îsraîlê bikarbîne

PeyamaKurd – Serokê Konseya Bilind yê Ewlehiya Netewiya Îranê Ali Laricani, rexne li civînên Rêxistina Hevkariya Îslamî kir û got civînên rêxistinê yên bê encam fêde dide rejîma Îsraîlê ya Siyonîst û bangî dewletên Îslamî kir ku li hemberê Îsraîlê Navendekî Operasyonên Hevpar ava bikin.
Larîcanî di heman wextê de şêwirmendê Ayetullah Ali Hamaney e. Larîcanî got:
“Civînên ku bi axaftinên bê encam derbas dibin, weka fermana êrîşekî nûh ya di leha rejîma Siyonîst de derxin û ti ferqa wan nîne.”
Larîcanî, daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de û bi serika ‘Hişyariye ji bo dewletên îslamê’ belav kir. Larîcanî got ku divê dewletên Îslamî ‘Navenda Operasyonên Hevpar’ ava bikin û weha dewam kir:
“Ev biryar bi xwe jî wê Îsraîlê bixe nav endîşê, wê ji bo çêkirina aştiya kureyî û bi bahaneya Xelata Nobelê, ew fermanên ku didin rejîma Siyonîst wê bi awayekî lezgîn zorê bide wan ku biryarê biguhêrin. We tiştekî ji bo xelkê birçî û bindest ji bo Fîlîstînê nekir. Qet nebe ji bo hun ji ortê ranebin, welew biçûk be jî biryarekî bidin.”
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




