Li Şamê dewlet avêt ser malên Elewiyan: Xaniyan bi tîpên ‘X’ û ‘0’ îşaret kirin

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku li bajarê Şamê hêzên asayîşê avêtine ser taxa el-Somariya ser malên Elewiyan û li ser xaniyan bi tîpên “X” û “O” bi boyaxa spreyê îşaretan danîne. Tîpa Xê li ser xaniyên ku bimînin û ya O yê ew xaniyên ku wê tehliye bikin nîşan dide.
Avêtina ser taxê di 27-29ê Tebaxê de ji aliyê fermandarê wezareta karên navxwe yê bi navê Abu Hudhayfah de hatiye kirin. Li gor ajansa Reutersê; hêzên asayîşê derî bi derî geriyane û ji wan xwestine ku xaniyên tê de ne, divê îsbat bikin ku xanî yên wan in.
Li gor çavkaniyên wê derê; kesên belga mulkiyetê nikaribûne nîşan bidin, li ser derê wan “0” nivîsandine û fermana tehliyê li ser derê wan xistine. Di fermanê de gotiye:
“Ev, ji bo bineciyên li taxa el-Somariyaye ku di derveyê qanûn de tê de dimînin, divê di nav 48 seetan de terka malê bikin an wê li gor qanûn bên cezakirin.”
Kesên ji bo Reutersê axifîne gotine ku ji wan pirsîne bê di artêşa Esad de wezîfe kirine an nekirine û îfadên wan girtine. Hinek ji wan bineciyan birine xaniyekî ji bo îfadeyan ku wê derê kirine qereqol, hinekan binçav kirine û kesên çekdar li wan xistine.
Di hedefa asayîşê de leşkerên berê û malbatên wan hene yên ku di wexta rejîmê de bi rejîma Esad re xebitîne.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




