“Festîwala Rêya Çandê ya Tirkiyê” li bajarê Dîlokê destpêkir

“Festîwala Rêya Çandê ya Tirkiyê” li bajarê Dîlokê destpêkir

PeyamaKurd – Bajarê Dîlokê (Gaziantep) ji bo “Festîwala Rêya Çandê ya Tirkiyê” îsal xwediyê malê ye. Fastîwal bi tevlîbûna cîgirê wezîrê çandê û geştiyariyê Nadir Alpaslan ya li Harikalar Diyarı, Parka Temayê destpêkir. Bajêr, wê bi huner, dîrok û dewlemendiyên gastronomîk re rû bi rû bimîne.

Festîwal wê 9 roj dewam bike. Dîlok ji aliyê çandê, dîrok, xwarin û hunerên destî de gelek dewlemende. Kela Dîlokê, Çarşiya Sifarçiyan, beqlewa wê, hilberîna berhemên destî yên wekî yemeni, sedefkarî û gelek tiştên din dewlemendiya bajêre.

Di erdheja 6ê Sibatê de berhemên dîrokî yên wekî Mizgefta Bi Masî û pirtûkxana wê, Mizgefta Şîrwanî, Kela Entabê û Bedestena Zincîrî zerarê dîbûn û cîgirê wezîr Nadir Alpaslan ragihand ku tamîra wan berheman temam bûye û di xizmeta xelkê de ne.

Di roja yekem ya festîwalê de ziyaretvan li pêşengehan geriyan bi taybetî li galeriya hunerî ya Şehitkamil de, li pêşengeha "Pablo Picasso: Afirandin her tişte” geriyan. Li ya Xana Pursefa de li ya “Ha Heleb, ha Entab” geriyan ku têkiliyekî gelek nêz ya çandê di navbera çanda bajarê Entabê û bajarê Helebê de heye.

Li Dîlokê ciyê herî balkêş esas muza Mozayîkî ya Zeugma ye. Li wê derê mirov dikare her cûre berhemên mozayîkî bibîne. Tabloyên mozayîkî yên ku ji seha Zaugmayê derketine û hetta yên ji bajarê Xirbên Belqis derketine balkêşin.

Wê li bajarê Dîlokê di festîwalê de hunermend jî hebin û xelk karibe li wan guhdarî bike.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.