Balafira wezîrê bergiriya Amerîkayê ya Hegseth bilez xwe danî Îngîltere

Balafira wezîrê bergiriya Amerîkayê ya Hegseth bilez xwe danî Îngîltere

PeyamaKurd – Balafira wezîrê bergiriyê yê DYAyê ya Pete Hegseth bi sedema derz li cama pêşiya balafirê ket, xwe bilez danî balafirgehekî Îngîltere. Berdevkê Pentagonê ragihand ku hemû kesên di balafirê de bûn di ewlehiyê de ne.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di ser hesabê Xê de ragihand ku balafir, bi sedema civîna NATOyê qediya bi rê ketibû û ji ber derz li cama wê ket mecbûr ma xwe bilez danî balafirgehekî Îngîltere. Parnell got:

“Dema ji civîna wezîrên bergiriyê yên endamên NATOyê dadigeriyan DYAyê, balafira Hegseth ji ber derz li cama pêş ya balafirê ket, bilez xwe bê plan danî balafirgehekî Îngîltere. Herkesên di balafirê de ye başin û di ewlehiyê de ne.”

Wezîr Hegseth îro li baregeha NATOyê ya Brukselê tevî civîna grûba bergiriya Ûkraynayê bû û li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê şiroveyan kiribû.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.