Leşkerekî Holandî di tetbîqata Almanyayê de mir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di Tetbîqata Navdewletî ya "Bizonê Kovî" de, ku li qada perwerdehiya leşkerî ya Munsterê a bakurê bajarê Hannover a Almanyayê dihat lidarxistin, leşkerekî Holandî yê 28 salî jiyana xwe ji dest da.
Leşkerê pîyade di qezayeke wesayîteke zirxî de mir. Ev bûyera xemgîn rêjeya leşkerên Holandî yên ku ji sala borî ve di tetbîqatên li Almanyayê de mirine gihandiye 4 kesan.
Piştî qezayê, tetbîqata ku nêzîkî 550 personel beşdarî wê bûbûn, hate betalkirin. Serfermandarê Giştî yê Holandayê, General Onno Eichelsheim, peyama sersaxiyê ji malbata leşker re şand.
Rayedarên Holanda û Almanyayê lêpirsîneke hevpar derbarê qezayê de dimeşînin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




