Îsraîlê rêya qaçaxçîtiya çekan a navbera Sûriye-Lubnanê girt

Îsraîlê rêya qaçaxçîtiya çekan a navbera Sûriye-Lubnanê girt

PeyamaKurd- Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku rê li ber qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve hatiye girtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee eşkere kir, hêzên Lîwaya Çiyayî bi hevkariya Yekîneya 504an, operasyon pêk anîne û di encamê de rê li ber qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve girtine. 

Avichay ragihand ku beriya ku destwerdanê bikin û kesên têkildar bigirin, li ser sînor tevgerên gumanbar hatine tespîtkirin û destnîşan kir, çek hatine desteserkirin û kesên girtî ji bo lêpirsînê hatine veguhastin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.