Îtalyayê mafê welatîbûnê da 3 jinên ku li Îranê li ber sêdarê ne
PeyamaKurd- Bajarê Fabriano yê Îtalyayê mafê welatîbûna rûmetê da 3 jinên çalakvanên mafên mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku hersê jî di girtîgehên Îranê de ne û cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin.
Pexşan Ezîzî ya lêkolera civakî, Werişe Muradî ya çalakvana siyasî û Şerîfe Mihemedî ya çalakvana karkeran ji aliyê bajarê Fabrianoyê mafê welatîbûna rûmetê wergirt.
Endama Encumena Fabrianoyê Maria Ricciutettiyê 28ê Tebaxa 2025an ragihandibû ku Encumena bajarê wan bi yekdengî erê kiriye ku mafê welatîbûna rûmetê bide Pexşan Ezîzî, Werişe Muradî û Şerîfe Mihemediyê.
Pexşan Ezîzî, Werişe Muradî ji Rojilatê Kurdistanê ne û piştî şoreja Jîna Emînî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin.
Encumena Bajarê Fabrianoyê ji bo dayîna mafê welatîbûnê merasîmek saz kir. Seroka Encûmena Bajarê Fabrianoyê Daniela Ghergoyê di merasîma xelatdayînê de axivî û got, wan sê jinên çalakvan ji bo pêkanîna azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê xebat kirine.
Danielayê da zanîn ku dayîna mafê welatîbûna rûmetê ne tenê rêzgirtina li wan e, herwiha rêzgirtina li nirxê jiyanê û rûmeta mirovahiyê ye.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.