Ji Trump ji bo Medvedev: Hay ji gotinên xwe hebe

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da serokê berê yê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev da ku hay ji gotinên xwe hebe.
Trump got Medvedev wekî serok tevdigere û ber bi rêyeke xeternak ve diçe.
Trump li Truth Socialê nivîsî:
"Ji Medvedev re bêjin bila hay ji gotinên xwe hebe, ew ber bicihekî xeternak ve diçe."
Medvedev jî weha bersiv da:
"Trump nizane bi kê re dipeyive. Em ne Îran in ku bi gefan şer rawestînin."
Vê gengeşiyê piştî ku Trump ji bo Rûsyayê 50 roj, paşê 10 roj dem da ku şerê Ûkraynayê rawestîne, dest pê kir.
Medvedev got:
"Rûsya ne Îran û ne jî Îsraîl e. Gefên Trump şerekî diyar dikin."
Medvedev herweha bacên gumrikê yên Trump rexne kir û got "şow" in, ne xema Rûsyayê ne.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.





