Komara Demokratîk a Belûçistanê hate ragihandin

PeyamaKurd - Komên serxwebûnxwazên Belûçistanê li paytexta Hindistan New Delhiyê Komara Demokratîk a Belûçistanê ragihandin û daxwaza piştgiriya navneteweyî kirin.
Piştî biryarê rêvebiriya Pakistanê biryar nas nekir û li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirin.
Li başûrrojhilatê Pakistanê, tevgerên cudaxwaz ên li herêma Belûçistanê 9ê Gulanê 2025an ragihandine ku wan serxwebûna xwe ragihandiye.
Daxuyanîya serxwebûnê di civîneke rojnamevanî ya li New Delhiyê ji aliyê rêberê Belûç Mîr Yar Baloch ve hate ragihandin.
Mîr Yar Baloch avakirina dewleteke nû ya bi navê Komara Demokratîk a Belûçistanê ragihand û got: “Belûçistan êdî dewleteke serbixwe ye. Em ji Pakistanê veqetiyan. Em vê biryarê ji cîhanê re radigihînin.”
Hate zanîn ku çend komên neteweperest û Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) piştevaniya wê daxuyaniyê dikin.
Dixwazin li New Delhiyê balyozxane bê vekirin
Times Algebra ya Hindistanê li ser ragihandina serxwebûna ragihand: “Komara Belûçistanê hat ragihandin. Rêberên Belûç niha ji Hikûmeta Hindistanê dixwazin ku destûrê bide li New Delhiyê balyozxane bê vekirin. Herwiha ew bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku hêzên aştiyê bişînin Belûçistanê. Planên ji bo hikûmeteke veguhastinê ya ku mafên wekhev ji bo jinên Belûç misoger dike hat ragihandin.”
Pakistanê nas nekir
Rêvebiriya Pakistanê ragihandina serxwebûnê red kir û da zanîn, Belûçistan beşeke Pakistanê ye û tedbîrên ewlehiyê li herêmê hatin zêde kirin.
14ê Gulanê li Quettaya paytexta Belûçistanê di meşeke piştgiriya artêşê de bombeyek teqiya û di encamê de kesek mir, 10 kes jî birîndar bûn.
Komên cudaxwaz ên Belûçistanê serî li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan da û xwest ku Pakistan wekî “dewleteke terorîst” bê naskirin.
Gelê Belûç ji sala 1948an ve li dijî Pakistanê li ber xwe dide û ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî têdikoşe.
Belûçistan di navbera Afganistan, Pakistan û Îranê de hatiye dabeşkirin.
Parçeyên mezin ên Belûçistanê li Pakistan û Îranê ne û parçeyek jî li Afganistanê ye.
Li Îranê bi navê Sîstan û Belûçistan û li Pakistanê jî bi navê Belûçistanê eyalet hene.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




