Li Kocaeliyê agir bi depoyeke parfûman ket: 6 kesan can da

Li Kocaeliyê agir bi depoyeke parfûman ket: 6 kesan can da

PeyamaKurd –  Li navçeya Dîlovasî ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di şewatekê de ku li depoyeke ku tê de parfum dihat çêkirin û depokirin derket, 6 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Bûyer di seatên serê sibê de li depoyeke li taxa Mîmar Sînanê a Dîlovasî rû da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber sedemeke ku heta niha nehatiye zelalkirin, şewatê ji nişka ve dest pê kir. Ji ber hebûna madeyên kîmyewî û alkolê yên ku di çêkirina parfumê de tên bikaranîn, agir di demekî kurt de geş bû û li tevahiya depoyê belav bû.

Piştî agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên agirkujiyê û ekîbên tenduristiyê yên ji navend û navçeyên derdorê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê piştî xebateke dijwar karîn agir bixin bin kontrolê û vemirînin.

Parêzgarê Kocaeliyê, Îlhamî Aktaş, ku li cihê bûyerê lêkolînan kir, daxuyaniyek da çapemeniyê. Aktaş piştrast kir ku di encama şewatê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Wî her wiha da zanîn ku agahiyên destpêkê yên derbarê hejmara miriyan de hatine nûjenkirin û hejmara rast şeş e.

Derbarê sedema derketina şewatê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. Her wiha hat ragihandin ku di bin depoya şewitî de tesîseke qeynaxê jî hebûye, ku ev yek jî weke yek ji îhtîmalên sedema şewatê tê lêkolînkirin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.