6 hezar ton kartolên Kurdistanê bo Îmaratê têne sandin

6 hezar ton kartolên Kurdistanê bo Îmaratê têne sandin

PeyamaKurd- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wek teşfîqkirina cotkaran û zêdebûna berhemên navxweyî, amadekarî ji bo bazarkirina berhemên wan li derveyî welat tê kirin.

Hate diyar kirin ku ji bo vê mebestê jî îsal 6 hezar ton petatên cotkarên Kurdistanê bo welatê îmaratê têne şandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Herêma Kurdistanê ji ber axa xwe ya dewlemend û berhemdar salane cûrbecûr berhemên çandiniyê hildiberîne; kartol yek ji berhemên navxweyî ye ku salane 600,000 ton tê hilberandin û ji ber kalîteya berhemê, daxwazek mezin lê heye, ji bilî markeyên cîhanî yên pîşesaziya xwarinê, populerbûnek mezin bi dest xistiye.

Hate diyarkirin: “Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca pêşvebirin û pêşxistina sektora çandiniyê û xizmetkirina cotkarên Herêma Kurdistanê, berdewam li ser hilberîna navxweyî û dîtina bazaran disekine.”

 

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.