Li peravên Bodrûmê keleka koçberan binav bû: 14 kesan can da
PeyamaKurd – Li peravên Bodrûmê, navçeya geştyarî ya Mûglayê, kelekeke ku koçberên neyasayî vediguhast bi nav bû, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest da. Bûyer şeva 23ê Cotmehê li beravên taxa Ortakentê qewimî.
Piştî agahdarkirina Navenda Banga Lezgîn a 112an, tîmên Ewlekariya Peravê û Tîma Taybet a Noqavaniyê (SAD) demildest bo cihê bûyerê hatin şandin. Hat ragihandin ku keleka lastîkî ya ku 18 koçber tê de bûn, piştî demeke kurt ji destpêka rêwîtiya wan ji devera Bitezê, av girtiye û noqî avê bûye.
Yek ji koçberên rizgarbûyî ku Efxan e, diyar kir ku ew piştî 6 saetan melevanîkirinê xwe gihandiye bejahiyê. Koçberekî din jî li Girava Çelebî sax hat dîtin. Bi vî awayî hejmara kesên hatine rizgarkirin gihişt du kesan.
Walîtiya Mûglayê di daxuyaniyekê de hejmara qurbaniyan weke 14 kes piştrast kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina koçberên din ên winda, bi beşdariya 4 kelekên ewlehiyê, tîmeke noqavaniyê û helîkopterekê, di bin koordîneya Fermandariya Ewlekariya Peravê de, bi awayekî berfireh berdewam dikin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.