Li Şîliyê tunela kana sifirê hedimî: 6 karkeran can da û 9 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li nêzîkî bajarê Rancaguayê yê Şîliyê, erdhejeke 4.2 pileyî bû sedema ku tunela kana sifirê ya El Tenienteyê bihedime.
Hat ragihandin ku di encamê de 6 karkerên kanê canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Kana El Tenienteyê ya ku wekî mezintirîn kana sifirê ya bin erdê ya cîhanê tê nasîn, salane zêdetirî 356,000 ton sifir berhem dide.
Rayedaran diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirina karkerên di bin kavilan de bi lezgînî didomînin û ew gihîştine qonaxeke krîtîk.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.





