Li Xezeyê piştî agirbestê şer: 6 Filistînî hatin kuştin

Li Xezeyê piştî agirbestê şer: 6 Filistînî hatin kuştin

PeyamaKurd – Tevî agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye ragihandin, roja Sêşemê li bakurê Zîvala Xezeyê di du bûyerên cuda de herî kêm şeş Filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin, û ev yek bû sedema metirsiyên nû li ser paşeroja peymana aştiyê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan gule li hejmarek kesên "gumanbar" reşandine ku nêzîkî leşkerên wan ên li bakurê Xezeyê bûne û wan weke "gef" binav kirine. Li gorî artêşê, van kesan sînorê ku di çarçoveya plana agirbestê de weke xeta paşvekişîna Îsraîlê hatibû destnîşankirin, derbas kirine. Berdevkê Artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee, got ku "çend hewl hatin dayîn ji bo dûrxistina gumanbaran, lê wan guh neda û nêzîkbûna xwe domandin, heta ku ji bo ji holê rakirina gefê gule hatin reşandin."

Rayedarên tenduristiyê yên li Xezeyê kuştina şeş Filistîniyan di van bûyeran de piştrast kirin. Hat ragihandin ku sê ji qurbaniyan li taxa Shujaiya ya rojhilatê bajarê Xezeyê bi êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Îsraîlê hatine kuştin, dema ku ew vedigeriyan malên xwe yên wêranbûyî.

Ev pêşhat tenê rojekê piştî bidawîbûna şerê du salan pêk hat, ku bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû bidawîkirin. Di çarçoveya rêkeftina agirbestê de, roja Duşemê Hamasê koma dawî ya rehîneyên Îsraîlî yên sax serbest berdabûn, û di berdêla wê de Îsraîlê bi sedan girtiyên Filistînî ji girtîgehên xwe azad kiribûn.

Roja Duşemê, Hemasê 20 rehîneyên sax ên dawî radest kiribûn, û Îsraîlê jî di berdêla wan de nêzîkî 2,000 girtiyên Filistînî serbest berdabûn. Lêbelê, hîn jî nezelalî li ser çarenivîsa termên 24 rehîneyên din heye ku tê bawer kirin di dema dîlgirtinê de mirine.

Bûyerên roja Sêşemê nîşan didin ku agirbest hîn jî pir nazik e û metirsiya ji nû ve destpêkirina şer li herêmê berdewam dike, tevî ku hewldanên navneteweyî ji bo avakirina aştiyeke mayînde didomin.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.