Macron: Rêkeftina HSD û Şamê ji bo yekîtiya Sûriyeyê pêngaveke giring e

Macron: Rêkeftina HSD û Şamê ji bo yekîtiya Sûriyeyê pêngaveke giring e

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron, lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de weke "gaveke pir giring" ji bo yekîtî û aramîya Sûriyeyê bi nav kir. Macron her wiha tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ya ji bo Iraqê kir û got, "Aramiya Iraqê ji bo aramiya tevahiya herêmê stûneke pir giring e."

Di civîneke çapemeniyê de li Brukselê, Macron bersiva pirsên rojnamevanan da. Derbarê danûstandinên di navbera HSD û Şamê de, Macron got, "Ez difikirim ku ew gaveke pir giring e. Ew her wiha gaveke giring e ji bo yekîtiya Sûriyeyê."

Macron rola HSDyê di şerê li dijî terorê de bilind nirxand û anî ziman, "Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî komên terorîst de roleke pir giring dilîzin, û giring e ku ev rêkeftin ji bo xurtkirina yekîtiya welêt were kirin." Wî her wiha bal kişand ser giringiya diyaloga Serokê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên civaka sivîl re.

Li ser mijara Iraqê, Serokkomarê Fransayê piştgiriya xwe ya xurt ji bo wî welatî dupat kir.

Wî anî ziman: "Ez ê tu carî destwerdanê di hilbijartinên welatekî sêyemîn de nekim, lê ez ji Iraqê hez dikim," û îstîqrara Iraqê wek "stûnek pir giring ji bo îstîqrara tevahiya herêmê" wesif kir.

Macron pesnê serokwezîrê Iraqê da û got ku "ji bo welatê xwe ajandeyek mezin ragihandiye.

Emmanuel Macron aşkera kir ku ew plan dike îsal serdana Iraqê bike. Serdana wî ya dawî ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di Tebaxa 2021an de bû. Di wê serdanê de, Macron li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.