Li Nepalê cesedên her dû çiyageran dîtin
PeyamaKurd – Li başûrê Asya li welatê Nepalê piştî aşîtên berfê ji çiyayê Yalung Ri de ket, 2 kes di bin aşît de mabûn lê niha cesedên her dû çiyavanan dîtin. Yek ji wan çiyavanan Îtalyan û yek jê Fransiz e. Felaketa aşîtê bû sedema mirina 5 çiyavanên biyanî û 2 rêberên Nepalî.
Li çiyayê navborî aşîtê berfê ketibû ser kampa çiyavanan û piştî xebatekî dirêj û zahmet niha karibûn her dû cesedan bibînin. Li gor ragihandina rojnama The Himalayan Timesê; rayedar li ser mirina çiyavanên ku di 3yê mehê de aşît bi ser wan de ketibû, daxwuyanî dane.
Rayedar ragihandin ku cesedên her dû yan yê Îtalyan û Fransiz dîne û ji bo otopsiyê cesedan bi balafirê birine bajarê Katmandûyê.
Li Nepalê ji hefta borî heya niha şertên hewayê guheriye û bilindahiya çiyayê Yalung Riyê 5 hezar û 600 metreye ku çiyavanên tecruba wan kême, xwe li çiyayê navborî girêdidin.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.