Medya Erebî: Ehmed Sera wê li Koska Spî peymaneke girîng îmze bike
PeyamaKurd- Rojnameya El Ereb ragihand ku serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed Şera ya bo Washingtonê ku sibe 10ê Mijdarê pêk tê, wekî xaleke girîng di têkiliyên Şam û Washingtonê de nivîsand.
Rojnameyê diyar kir, çavdêr wê serdanê wek "destpêka peymaneke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re dibînin, lê pirs ev e ku dê sûriyeyî çi bedelê bidin?”
Rojnameyê da xuyakirin, "Tê çaverêkirin ku serok El Şeri di serdana xwe ya Qesra Spî de peymanekê ji bo tevlîbûna Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê îmze bike."
El Ereb li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê nivîsî ku rêveberiya Trump piştgiriyê dide rakirina cezayan û diyar kir ku Washington "pêşwaziya beşdariya erebî li Sûriyeyê dike ku Ereb beşdarî pêkanîna aştî û geşepêdanê bibin.”
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.