Moskow Waşîngtonê tawanbar dike: Hewl didin diyalogê têk bibin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bertekeke tund nîşanî pêşnûmeqanûneke li Kongreya Amerîkayê da û ragihand ku Waşîngton bi mebesta "têkbirina diyaloga dualî" tevdigere. Pevçûna diplomatîk li ser mijara zarokên ku di çarçoveya şerê Ûkraynayê de ji hev qut bûne, kûrtir dibe.
Berdevka Wezareta Karên Derve, Marîa Zaxarovayê, di daxuyaniyeke nivîskî de Amerîka û welatên Rojava bi meşandina "kampanyayeke reşkirinê" li dijî Rûsyayê tawanbar kir. Zaxarovayê bi taybetî amaje bi wê pêşnûmeyê kir ku li Amerîkayê tê amadekirin, ku tê de tê xwestin "ji ber revandina zarokên Ûkraynî, Rûsya wekî dewletek piştgirê terorîzmê were naskirin."
Zaxarovayê got, "Em vê pêşnûmeyê wekî hewldaneke ji bo têkbirina diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de dibînin. Biryarên ku tên dayîn, tu eleqeya wan bi rastiyê û berjewendiyên herî baş ên zarokan re nîne."
Li aliyê din, Zaxarovayê tekez kir ku pêvajoya ji nû ve yekkirina zarokên Rûs û Ûkraynî bi malbatên wan re bi awayekî çalak berdewam dike. Wê da zanîn ku ev hewldan bi navbeynkariya Qeter, Vatîkan û herî dawî jî bi beşdariya xanima serokê berê yê Amerîkayê, Melania Trump, bi rê ve diçin.
Li gorî Zaxarovayê, heta niha 122 zarok bi malbatên xwe yên li Ûkrayna û welatên din re hatine cem hev. Her wiha, 29 zarok jî ji Ûraynayê anîne Rûsyayê da ku bigihîjin xizmên xwe. Weke mînakeke serkeftî ya hevkariyê, wê diyar kir ku di 11ê Cotmehê de bi saya têkiliyên Rûsî-Amerîkî 8 zarok bi malbatên xwe re hatin cem hev.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.