MOSSADê toreke veşarî ya Îranê eşkere kir: Berpirs fermandarekî payebilind e

MOSSADê toreke veşarî ya Îranê eşkere kir: Berpirs fermandarekî payebilind e

PeyamaKurd- Dezgeha Îstixbarata Îsraîlê MOSSADê ragihand ku toreke girêdayî Hêza Qûds a bi ser Sipaha Pasdarênê derxistine holê ku li pişt êrîşên dawî yên ser navend û saziyên Cihûyan li welatên Rojavayî bû.

Li gorî nûçeya The Time of Israel, MOSSADê derxistiye holê ku fermandarekî paye bilind yê Sipaha Qûds yê bi navê Serdar Emar berpirsiyarê wê torê ye.

Hate diyarkirin ku piştî êrîşa Tevgera Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan bi ser Îsraîlê de, Îranê çalakiyên ji bo armancgirtina cihên Cihû û Îsraîliyan li seranserê cîhanê berfirehtir kirine.

MOSSADê daye zanîn ku ev tora han bi rêya encamdana êrîşên weke şewitandin û têkdana navend û cihên bazirganî yên cihûyan hewl dide ku rewşeki tirs û xofê di nava civaka cihûyan de biafirîne. Herwiha ew kom plana bo êrîşî ser kesayetiyên xuya yên civaka cihûyan dike.

Herwiha MOSSADê 3 mînakên wekî operasyonên pêwendîdar bi wê tore li welatên weke Yûnanistan, Denmark û Awustralyayê nîşan dane ku bi hevkarîya navendên ewlehiya wan welatan hatine têkdan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ji bo veşartina rola Îranê di wê tora terorîstî de kesên xeyrî Îranî û endamên komên tawankar hatine bikaranîn û daku bi awayekî nihênî bin.

Çavkaniyê ji rojnameya The Time of Israel re ragihandiye ku beşek zêde ji wan êrîşan di encamdanê de bê hevahengî û ne serkeftî bûn.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.