Şahê Urdinê red kir ku hêzê bişîne Xezeyê

Şahê Urdinê red kir ku hêzê bişîne Xezeyê

PeyamaKurd- Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem ragihand ku Urdin beşdarî tu hêzan li Xezeyê nabe û got, çareserî ew e ku divê hêzên ewlehiyê yên Filistînê werin xurtkirin û ew bi alîkariya Urdin û Misirê werin perwerdekirin.

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî ji BBC Panorama re diyar kir ku ew agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de pêşwazî dike lê da zanîn, "Urdin û Misr amade ne hêzên ewlehiyê yên Filistînê perwerde bikin."

Şahê Urdinê destnîşan kir ku pêdiviya parastina aştiyê bi piştgirîdayîna hêzên polîsên xwecihî yên Filistînê heye, Urdin û Misr dixwazin bi rêya perwerdekirina hejmarek mezin a ji van hêzan piştgiriyê bidin, lê hewcedariya vê yekê bi demê heye.

Şah Ebdullah anî ziman ku dê dewlet şandina hêzên xwe ji bo "mecbûrkirina" aştiyê li Xezeyê red bike, ji ber ku di navbera ferzkirina aştiyê û parastina wê de cudahiyek mezin heye.

Şahê Urdinê got: "Gelo erka hêzên ewlehiyê li hundirê Xezeyê çi ye? Em bi hêvî ne ji bo parastina aştiyê be, ger armanc ferzkirina aştiyê be, kes naxwaze dest bide wan."

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.