Li Hakkariyê tankêra petrolê û otomobil li hev ketin: 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê tankêra petrolê û otomobil li hev ketin, di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Hakkariyê di km ya 40an de li nêzî Bendav a Zernekê qewimî.
Di qezayê de ajotvanê otomobîlê Alihan (55) û jina wî Aysel Karay (60) li ciyê bûyerê mirin û Gülşen Han (40) jî piştî birin nexweşxana Wanê ya Perwerde û Lêkolînê li nexweşxanê can da.
Di qezayê de Selma, Dilan, Derin Karay û Eymen Han birîndar bûn û dermankirina wan ya li nexweşxanê dewam dike.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.