Neteweyên Yekbûyî droneke Artêşa Îsraîlê xist
PeyamaKurd - Li gorî agahiyan, Mîsyona Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ya artêşa Îsraîlê li Lubnanê xistiye xwarê.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku doh UAV-yeke ku li ser bajarokê Kefr Kila yê li parêzgeha Nebatiye ya li başûrê Lubnanê firîna çavdêriyê dikir, hatiye xistin.
Lêkolîneke destpêkê destnîşan kir ku UAV ji aliyê hêzên UNIFIL ve hatiye xistin.
Piştî vê yekê, UAV-yeke din a artêşê bombeyek avêt herêma ku UAV-ya xistî lê bû.
Daxuyaniyê diyar kir ku hêzên UNIFILê gule neavêtine û lêpirsîna bûyerê wê berdewam bike.