Çînê peykek nû şand fezayê
PeyamaKurd - Li gorî agahiyan, Çînê peyka "Gaofen-14 02" ji Navenda Destpêkirina Peyka Xichang şand fezayê.
Çînê doh (Yekşem, 26ê Cotmehê) peyka "Gaofen-14 02" ji Navenda Destpêkirina Peyka Xichang li parêzgeha Sichuan a başûr-rojavayê welêt şand fezayê.
Peyka ku di saet 11:55an de bi dema herêmî li ser roketa hilgirê "Long March-3B" şand fezayê, li gorî agahiyan li orbîta xwe ya diyarkirî bi cîh bûye.
Peyka ku dikare bi bandor wêneyên stereo yên rastbûna bilind li ser asta cîhanî bi dest bixe, wê piştgiriya agahiyên erdnîgarî yên bingehîn ji bo pêşkeftina aborî ya welêt, avakirina parastina neteweyî û pêkanîna projeyên stratejîk ên wekî Kember û Rê peyda bike.