Artêşa Iraqê li Kerkûkê piştgirî da hewldana desteserkirina zeviyên Kurdan
PeyamaKurd – Îro, li gundê Mensûrê yê navçeya Heftegarê ya Kerkûkê, alozî di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de derket, piştî ku komek Ereb bi piştgiriya hêzên artêşa Iraqê hewl dan dest deyînin ser zeviyên çandiniyê yên Kurdan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hêzên artêşê desttêwerdan kirine û di dema berxwedana gundiyên Kurd de, li hinek ciwanan xistine û heqaret li wan kirine. Cotkarekî Kurd bi navê Hewrî Fadel diyar kir ku ew tenê mafê xwe û axa xwe diparêzin.
Parêzerê cotkarên Kurd, Şekar Merdan, da zanîn ku Rêveberiya Çandiniyê ya Daqûqê bi awayekî neqanûnî 50 peyman ji bo Erebên hawirde nû kirine, tevî ku du nameyên fermî ji parêzgeha Kerkûkê ji bo rawestandina vê pêvajoyê hatine şandin.
Serokê Komîsyona Çandiniyê yê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê, Ebdullah Miroweys, hişyarî da ku ev binpêkarî ne tenê li vê herêmê, lê li Tirkalan, Yaycî û Sargaranê jî didomin. Ev pirsgirêk ji ber nebicîhanîna qanûna betalkirina biryarên serdema rejîma Baesê yên derbarê Erebkirinê de, hîn jî berdewam e.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.