Piştî bûyeran Qeredaxê ji bo welatiyên Tirkiyê vîze danî

Piştî bûyeran Qeredaxê ji bo welatiyên Tirkiyê vîze danî

PeyamaKurd- Welatê Balkanê Montenegro (Qeredax), piştî bûyerên tundûtûjiyê yên ku welatiyên Tirkiyeyê tê de cih girtin, mafê derbasbûna bêvîze ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê rawestand û vîze li wan ferz kir.

Serokwezîrê Montenegro Milojko Spajic ragihand ku ew dê serbestiya vîzeyê ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê bi awayekî demkî rawestînin.

Medyaya Qeredaxê ragihandiye ku bûyer bûne sedema vê biryarê, piştî ku li paytext Podgorîkayê welatiyekî Montenegro yê 25 salî yê bi navê M.J. ji aliyê du welatiyên Tirkiyeyê yên li wî welatî dijîn ve hat kêrkirin.

Piştî bûyerê, taxa Zabjeloyê ya Podgorîkayê bû navenda protestoyan. Komên ku li ser medyaya civakî xwe birêxistin kirin, dest bi parvekirina vîdyoyên li dijî Tirkiyeyê kirin û piştre jî komên qelebalix li ber kargehên Tirkiyeyiyan bi duruşma "Mirin ji Tirkan re" xwepêşandan kirin.

Li gorî agahiyan, polîsan di nav de kujerên bûyerê jî 45 welatiyên Tirkiyeyê desteser kirine û hat ragihandin ku ew kes dê bên dersînorkirin.

Di nûçeyên medyaya herêmî de hatiye diyarkirin ku operasyon dê berdewam bike, polîs dê welatiyên Tirkiyeyê yên li wî welatî kontrol bike û di rewşa binpêkirina yasayan de dê cezayan bibire.

Li gorî vîdeoyên ku li ser medyaya civakî belav bûne kargehên Tirkiyeyiyan têne şewitandin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek da û ragihand, "Pêşhat ji her alî ve ji nêz ve tên şopandin û temas û hevahengiya bi rayedarên Montenegro re bênavber berdewam dike. Dawiya hefteya borî li Montenegroyê hinek bipêşketinên nexweş qewimîn ku bandor li welatiyên me jî kir. Piştî destpêkirina bûyeran yekser bi rayedarên Montenegro re temas hat danîn û ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyên me tedbîrên pêwîst hatin girtin. Pêşhat ji her alî ve ji nêz ve tên şopandin û temas û hevahengiya bi rayedarên Montenegro re bênavber berdewam dike.”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.