Polîsekî tîmên taybet xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê (Antakya) li taxa Paşaköyê li bajarê konteynirê yê bi navê Osmanağa polîsê tîmên taybet yê bi navê Ertunç Gül (32) xwe kuşt.
Ertunç Gül bi demança xwe bera zikê xwe da û xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê yên 112an çûn ciyê bûyerê lê polîsê navborî can dabû. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Gül, 7 sale ku polîsiyê dike û xelkê bajarê Zonguldakê ye. Cenazê wî birin Zonguldakê gundê wî defin kirin û parêzgerê Zonguldakê bi xwe jî tevî taziya polîs bû.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




