Qesra Spî: Trump kesê rast ê aştiyê bîne Rojhilata Navîn e

Qesra Spî: Trump kesê rast ê aştiyê bîne Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt bersiva daxuyaniyên Serokê Îranê da û got ku Donald Trump "kesê rast" e ku aştî û aramiyê bîne Rojhilata Navîn.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîna çapemeniyê de bersiva pirsan da.

Serokê Îranê Masoud Pezeshkian îro diyar kiribû ku ew difikire ku Trump "dikare di navbera aştî û şer de hilbijêre."

Leavitt di bersiva daxuyaniyên Pezeshkian de got, "Ez ne bawer im ku Trump van şîroveyan dîtiye, lê em bi teqezî vê bawer dikin: Serok kesê rast e ku vê herêmê di pêşerojê de ber bi aştî û aramiyê ve bibe."

Wê herwiha tekez kir ku Trump û tîma wî ya ewlehiya neteweyî her roj dixebitin da ku aştî û aramiya li çaraliyê cîhanê misoger bikin û wan bi van hewildanan "serkeftinên dîrokî bi dest xistine".

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.