Qral Charles bi merasîmeke fermî pêşwazî li Zelenskiy kir

Qral Charles bi merasîmeke fermî pêşwazî li Zelenskiy kir

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji bo beşdarîa civîna Koalîsyona Dilxwazan a li Brîtanyayê bibe, li Kela Windsorê ji aliyê Qralê Brîtanyayê yê Sêyemîn Charles ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Zelenskiy, ji bo beşdarbûna civîna Koalîsyona Dilxwazan serdana Brîtanyayê kir û dest bi hevdîtinên dualî yên li Londonê kir.

Serokê Ukraynayê Zelenskiy, li Kela Windsorê ji aliyê Qralê Brîtanyayê yê Sêyemîn Charles ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Zelenskiy, bi Qral Charles ê ku li Kela Windsorê li benda wî bû re dest da hev û di merasîma pêşwazîkirina fermî de ku marşa neteweyî ya Ukraynayê lê hat xistin, silav da yekîneya pêşwazîkirinê. Zelenskiy û Charles, piştî merasîmê ji bo hevdîtina dualî çûn hundirê Kela Windsorê.

Zelenskiy û Charles, di vê salê de cara sêyemîn tên cem hev. Zelenskiy û Qralê Sêyemîn Charles, di meha Adarê de li Qesra Sandringham a li Norfolkê hatibûn cem hev û hevdîtin saetekê dom kiribû. Qral Charles û Zelenskiy di meha Tîrmehê de jî li Kela Windsorê hevdîtinek din pêk anîbûn.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.