Sûdanî: Me li Iraqê gelek êrîşên li dijî Îsraîlê asteng kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Bexdayê 29 êrîşên mûşekî û drone yên ji aliyê milîsên girêdayî Îranê ve hatine plan kirin, li dijî Îsraîlê asteng kirine.
Di hevpeyvînekê de bi Ajansa Associated Pressê re, Sûdanî diyar kir ku ev êrîş piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Îranê hatine plan kirin. Wî got,
"Hikûmeta Îsraîlê polîtîkayeke berfirehkirina şer li herêmê dimeşîne, lê em hewl didin ku Iraq nebe hedef û hincet nede aliyan."
Sûdanî herwiha diyar kir ku wan bi rayedarên Îranê re têkilî danîne da ku wan teşwîqî aramiyê bikin û zemîna diyalog û danûstandinan amade bikin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.





