Serokwezîrê Alman Merz li Tirkiyê ye
PeyamaKurd - Serolwezîrê Alman Friedrich Merz ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gihîştiye Tirkiyê. Merz diyar kir ku ew dixwaze hevkariya di navbera her du welatan de pêş bixe.
Erdogan-Merz wê roja Pêncşemê li qesrê bicivin. Tê payîn ku di civînê de têkiliyên Tirkiye-Alman, pêvajoya tevlêbûna Tirkiyê ya YE û pêşxistina hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de werin nîqaşkirin.
"Ez dixwazim hevkariyê pêş bixim"
Serokwezîrê Alman, ku li ser platforma medyaya civakî Twitter (X) daxuyaniyek weşand, got:
"Têkiliyên me yên taybet û dînamîk bi Tirkiyê re hene: di siyaseta derve û ewlehiyê de û herwiha di koçberî, enerjî û bazirganiyê de. Ez dixwazim hevkariya me ya nêzîk bêtir berfireh bikim. Ji bo vê armancê, ez li Enqerê me û ez ê bi Recep Tayyip Erdogan re bicivim."