Casûsên Îranê li Dîwandere car din Fûad Mûradî girtin

Casûsên Îranê li Dîwandere car din Fûad Mûradî girtin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengawê; duhî (15.06.2025) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Dîwandere casûsên Îranê, Kurdê bi navê Fûad Mûradî car din desteser kirin.

Mûradî, li Dîwandere li gundê Kîlekabûdê dijî, piştî bangî wî kirine da here navenda Îstîxbarata Dîwandere, çûye navendê, li navendê ew xistine binçav.

Li ser sedema girtina wî û li ser bi çi tê tewankirin, nehat zanîn û bi fermî ti agahî nedane malbatê.

Fûad Mûradî, berê di 7ê Êlûna 2024an de ji aliyê îstîxbarata artêşa Îranê (IRGC) de hatibû girtin û paşî ew serbest berdabûn.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.