Trump besdarî Lûtkeya G-20 li Afrîkaya Basûr nabe
PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya wî ya ku ew ê beşdarî Lûtkeya G-20 li Afrîkaya Başûr nebe ku wê di 22-23ê Mijdarê de were lidarxistin, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Afrîkaya Başûr divê nebe endamê G-20.
Donald Trump beşdarî "Foruma Karsaziya Amerîkî" li Miamiyê bû û axivî.
Trump ragihand ku ew ê beşdarî Lûtkeya G-20 li Johannesburg, Afrîkaya Başûr, di 22-23ê Mijdarê de nebe û got, "Afrîkaya Başûr divê ne li G-20 be."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kir ku wî qet hin bûyerên ku li Afrîkaya Başûr diqewimin pesend nekiriye, lê bi taybetî niyeta xwe negot.
Trump ku di meha Gulanê de li Qesra Spî mazûvaniya Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa kir, di daxuyaniyekê de li Ofîsa Oval îdia kir ku li Afrîkaya Başûr li dijî spîyan sûcên giran têne kirin û hikûmet di pêşîgirtina wan de têk diçe.
Ji aliyê din ve, Serok Ramaphosa diyar kir ku ew hewl didin rêjeyên sûc li welêt kontrol bikin û ew îdiaya ku sûc tenê li dijî kesên spî ne qebûl nakin.