Trump gefa bacê li Spanyayê xwar

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Spanyayê xwar ku dê "cezayên bacê" li ser bisepîne, ji ber ku Madrîdê red kiriye ku lêçûnên xwe yên berevaniyê zêde bike. Ev nakokî piştî civîna NATOyê ya Hezîrana borî derket holê, ku tê de welatên endamên NATOyê li hev kirin ku heta sala 2035an herî kêm %5ê dahata xwe ya navxweyî (GDP) ji bo berevaniyê veqetînin.
Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî û nerazîbûna xwe anî ziman:
"Ez ji Spanyayê pir nerazî me. Ew tenê welat e ku hejmarên xwe negihandiye %5ê. Ji ber vê yekê ez ji Spanyayê ne razî me."
Trump her wiha got, "Ez difikirîm ku ji ber tiştên ku kirine, bi rêya gumrikê cezayên bazirganiyê li ser wan ferz bikim û ez difikirim ku ez dikarim vê yekê bikim."
Serokê Amerîkayê ev helwesta Spanyayê weke "bêrêziyeke mezin li hemberî NATOyê" bi nav kir. Hefteya borî jî, Trump di hevdîtina bi Serokê Fînlandiyayê Alexander Stubb re, pêşniyar kiribû ku dibe bila bibe derxistina Spanyayê ji NATOyê fikreke baş be.
Di bin zexta Trump de û ji ber metirsiya zêde ya piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, welatên endamên NATOyê di lûtkeya Hezîranê de li hev kirin ku hedefa lêçûnên berevaniyê ji %2yê bo %5ê GDPyê bilind bikin.
Lêbelê, Spanya tekane welatê endam bû ku li dijî vê hedefê derket. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku welatê wî dê tenê %2.1ê butçeya xwe ji bo berevaniyê veqetîne û ev rêje weke "têrker û realîst" bi nav kir. Di sala 2024an de, Spanyayê bi rêjeya %1.28, herî kêm butçe ji bo berevaniyê veqetandibû di nav welatên NATOyê de.
Spanya ku ji sala 1982yan vir ve endama NATOyê ye, amaje bi wê yekê dike ku kêmxerckirina xwe bi beşdariyên leşkerî yên bihêz di mîsyonên NATOyê de telafî dike, weke bicihkirina leşkeran li Tirkiye, Bulxaristanê, Romanya, Letonya û Slovakyayê.
Bersiva hikûmeta Spanyayê
Piştî gefên Trump, çavkaniyên hikûmeta Spanyayê ji ajansa AFP re ragihandin: "Spanya endameke pabend û tam a NATOyê ye. Û ew armancên xwe yên kapasîteyê bi qasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk tîne." Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Albares jî pabendbûna Spanyayê bi ewlehiya transatlantîk dûpat kir û bal kişand ser beşdariyên leşkerî yên welatê xwe di mîsyonên NATOyê de.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




