Trump: Heta ez û Pûtîn rûnenên ti tiştek çênabe

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku heta ew û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn necivin, di mijara Ukraynayê de ti pêşveçûn çênabe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana xwe ya Qeterê bi dawî kir. Trump, di qonaxa sêyemîn û dawî ya gera xwe ya Rojhilata Navîn de, ji bo çûna Îmaratên Erebî, li balafira Air Force One siwar bû û ji welêt veqetiya.
Trump di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û li ser gotûbêjên aştiyê yên Ukrayna-Rûsyayê got: "Heta Pûtîn û ez bi hev re rûnenin ti tiştek çênabe. Diyar e ku ew nediçû (Stenbolê). Wê biçûya lê difikirî ku ez jî biçim. Heke ez li wir nebim, ew jî naçe. Çi li gorî dilê we be çi nebe, ez bawer nakim ku ti tiştek dê çêbe heta ku ew û ez negihin hev. Lê em divê vê çareser bikin, ji ber ku gelek mirov dimirin."
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




