Jineke Êzîdî piştî 11 salan ji destê DAIŞê azad bû

PeyamaKurd – Jineke Êzîdî ya bi navê Dîma Emîn (24), ji gundê Koço yê Şingalê, piştî ku sala 2014an ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, hatibû revandin, hat azadkirin. Çalakvan Abdullah Şirem, ku serkêşiya operasyonên rizgarkirinê kir, ji Şefaq Newsê re ragihand ku Dîma zêdetirî salekê li girtîgeheke Tirkiyeyê di bin çavdêriyê de ma.
Bi operasyonekê Dîma nêzîkî mehek berê bi rêya deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ber bi Duhokê ve hat Herêma Kurdistanê û serbest hat berdan. Şirem spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û hêsankirina vê operasyonê.
Dîma di sala 2014an de li gel malbata xwe di êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de hatibû revandin. Dayik, xwişk û du birayên wê di operasyonên berê de hatibûn rizgarkirin, lê bav û du birayên wê yên din hîn winda ne. Xebatên lêgerînê ji bo dîtina wan jî berdewam dikin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




