Wezîrê Îsraîlî: Hatina leşkerên Tirk bo Xezeyê ne mentiqî ye

Wezîrê Îsraîlî: Hatina leşkerên Tirk bo Xezeyê ne mentiqî ye

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, ragihand: "Destûrdayîna ketina leşkerên Tirk bo Şerîda Xezeyê, ji bo me ne mentiqî ye."

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, li paytexta Macaristanê Budapeşteyê di civîneke çapemeniyê de li ser hêzên aştiyê yên navneteweyî yên ku piştî agirbestê li Xezeyê bên bicihkirin, daxuyanî da.

Saar got: "Welatên ku dixwazin an amade ne hêzên xwe yên çekdar bişînin, divê herî kêm li hemberî Îsraîlê adil bin."

Wezîr Saar bal kişand ser tedbîrên dîplomatîk û aborî yên Tirkiyeyê li dijî Îsraîlê û got: "Destûrdayîna ketina leşkerên Tirk bo Xezeyê ji bo me ne mentiqî ye û me ji dostên xwe yên Amerîkî re got ku em ê vê qebûl nekin."

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.