PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro bi merasîmekê tê vekirin. Ev kompleks wekî “konsulxaneya Amerîkayê ya herî mezin a li cîhanê” tê pênasekirin.
Avakirina vê projeya dêwasa di sala 2018an de dest pê kiribû û îro (3yê Kanûnê) bi fermî tê vekirin. Hat ragihandin ku Alîkarê Sekreterê Rêveberî û Çavkaniyan Michael Rigas dê beşdarî merasîmê bibe.
Kompleksa nû li ser rûberê 206 hezar metreçargoşeyî hatiye avakirin ku ev yek dike qasî 28 qadên futbolê. Lêçûna projeyê zêdetirî 795 milyon dolarî ye. Di avakirina wê de li gel kompaniyên Amerîkî, kompaniyên herêmî jî cih girtine.
Dosta jîngehê ye
Avahiya nû bi teknolojiyeke nûjen û dosta jîngehê hatiye sêwirandin. Sîstema wê ya pêşketî ya vegerandina avê heye û ji sedî 15ê pêdiviya xwe ya elektrîkê ji enerjiya rojê dabîn dike.