PeyamaKurd- Serokê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed ragihand ku, piştî hejmartina dengên 7 navendên paşxistî, encamên dawî yên hilbijartinan îro 16ê Mijdarê têne ragihandin.
Serokê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed got: “Dengên heft westgehên dengdanê yên bazineya Hewlêrê ji ber pirsgirêkên teknîkî nehatibûn hejmartin, lê niha hatine hejmartin û encamên wan gihîştine Bexdayê û tê çaverêkirin ku encamên fermî îro bên ragihandin.”
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera 6an a Parlementoya Iraqê roja Yekşemê 9ê Mijdara 2025an û dengdana giştî jî roja Sêşemê 11ê Mijdara 2025an li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.