HSDyê ji navenda Hesekê çekên xwe yên giran vekişandin

Dîroka Weşanê :
HSDyê ji navenda Hesekê çekên xwe yên giran vekişandin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di çarçoveya rêkeftina bi hikûmeta Şamê re, duh,  6ê Sibata 2026an dest bi vekişandina çekên giran ji navenda bajarê Hesekê kir.

Ev pêngav wekî beşek ji “pêkanîna şertên peymana 29ê Rêbendanê” (Çile) tê nirxandin daku navendên bajaran ji amûrên leşkerî yên giran werin paqijkirin.

Hevdem bi vekişandina çekan re, şandeyeke Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li Hesekê bi fermandariya HSDyê re civiya da ku li ser “entegrekirina endamên HSDyê di nav saziya leşkerî de” gotûbêjan bikin.

Piştî civînê, tîmên her du aliyan li çend xalên leşkerî yên parêzgehê “lêkolînên hevbeş ên meydanî” pêk anîn.

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, ev serdan bi mebesta “pejirandina şertên bicihkirina leşkeran li ser erdê” û çavdêriya cîbicîkirina bendên peymanê hatiye encamdan.