PeyamaKurd – Li navçeya Panosê ya Agiriyê, di encama qezayeke giran a trafîkê de otobuseke rêwiyan welgeriya û li gorî agahiyên destpêkê 16 kes birîndar bûn.
Bûyer li xaçerêya Pîşesaziyê ya li navenda bajêr qewimî. Otobusa bi plakaya “65 NK 695”, piştî ku ji dîwarê parastinê derbas bû, di zeviyekî werbû.
Piştî agahdarkirina saziyên peywendîdar, tîmên tenduristiyê, agirkujî û polîs gihîştin cihê qezayê.
Tîmên hawarçûnê desttêwerdanê yekem li birîndaran kirin û piştre ew bi ambulansan gihandin nexweşxaneyên derdorê.
Hat ragihandin ku ji bo diyarkirina sedema qezayê û tespîtkirina nasnameya ajokar, lêpirsîneke “berfireh” hatiye destpêkirin.