PeyamaKurd- Hate ragihandin ku nûnerên 15 welatên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Şam a paytexta Sûriyê dikin.
Li gorî ragihandina NY, wê endamên Konseyê hefteya pêş bi fermî serdana Sûriye bikin û paşê jî derbasî Lubnanê bibin.
Hat diyarkirin ku serdan wê çend roj beriya salvegera ketina rejima Baesê, 4ê Kanûnê li Şamê destpê bike.
Balyozên bilind ên 15 welatên endamên NY wê bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El-Şera, nûnerên rêveberiya nû û nûnerên civakî yên sivîl re hevdîtinê bikin.
Hate eşkere kirin ku wê şande 5ê Kanûnê biçe Beyrûdê û hevdîtinê bi leşkerên Hêza Aştiyê ya NY (UNIFIL) re ku li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê ne bike.