Serok Barzanî: Êdî dem hatiye gavên cidî û pratîkî bên avêtin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Êdî dem hatiye gavên cidî û pratîkî bên avêtin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi daxuyaniyekê êrîşa ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir û got: "Êdî dem hatiye ku li hemberî van destdirêjî û êrîşên nerewa gavên cidî û pratîkî bên avêtin."

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Em bi tundî wê êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li ser kêlgeha Kormorê hate kirin, şermezar dikin. Ev êrîş dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû welatiyan e.

Tevî wê yekê ku berê jî ev cûre êrîşên neheq yên li ser Herêmê gelek caran hatine şermezarkirin, lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî encamderan ti rêkar nehatine girtin û ev êrîş dubare bûne. Dema wê hatiye ku li hember van destdirêjî û êrîşên neheq gavên ciddî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û encamderên wan bên cezakirin.

Baregeha Barzanî

27ê Mijdarê, 2025”