PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Mijdarê li Hewlêrê, kevirê bingehîn ê projeya westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê datîne.
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyên Herêma Kurdistanê Arî Ehmed Qadir ragihand: "Ev proje ne tenê ji hêla qebareyê ve mezin e, herwiha ji bo bajarê Hewlêrê û şêniyên wê xwedî girîngiyeke jîngehî û tenduristî ya bêhempa ye.”
Arî Ehmed Qadir diyar kir, armanca vê projeyê dabînkirina ava avdanê ye, ku dê bibe çavkaniyeke sereke ji bo dabînkirina ava pêdivî ji bo avdana Kembera Kesk a Hewlêrê û parkên giştî wekî Parka Samî Ebdirehman, ku niha neçar in ava binerd bi kar bînin. Ev jî dê zexta li ser çavkaniyên ava binerd kêm bike.
Bi temamkirina vê îstasyonê re, Hewlêr dê pêngaveke mezin ber bi avakirina bajarekî paqijtir, saxlemtir û berdewamtir ji bo nifşên niha û paşerojê ve biavêje.
Pêkhateyên sereke yên projeyê:
1. Çêkirina tora avrêyan ku ji danana 21.9 kîlometrên boriyên avrêyan pêk tê, 5.3 kîlometir bi teknîka Pipe Jacking tên bicihanîn, ev teknîk yanî bê kolana cade û kolanan, ev jî dê kêmtir zirarê bide jêrxaneya bajarî û bandora li ser trafîkê jî dê kêm bike.
2. Westgeheka modern a çareserkirina avrêyan: Pêvajoya çareserkirina avrêyan bi awayekê pêşkeftî tê kirin, ku tê de sikrînkirin, hewaguhertin, parzinandin û gelek qonaxên din jî hene. Piştî çareserkirinê, ew avrê dikarin dîsa ji bo armancên cuda cuda bên bikaranîn.
3. Xebitandin û çarekirin: Ev proje qonaxeka xebitandin û çarekirinê ya dusalî ji bo piştrastbûna ji xebitandina aktîv û berdewam a wê westgehê vedigire.