PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, hûrgiliyên peymana bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re eşkere kirin û ragihand ku ev lihevkirin mafên rewa yên gelê Kurd diparêze.
Ebdî destnîşan kir ku bingeha herî giring a vê peymanê agirbesta giştî ye ku rê li ber karesateke mezintir girtiye.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku rêkeftin dê di 2yê Sibata 2026an de bikeve meriyetê.
Li gorî peymanê, artêşa Sûriyeyê dê nêzîkî gund û bajarên Kurdan nebe û ewlehiya navxweyî dê di destê Hêzên Asayîşê de bimîne.
Mazlûm Ebdî eşkere kir ku Asayîş bêyî ku were hilweşandin, dê bi Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê re were entegrekirin.
Derbarê Efrîn û Serêkaniyê de jî, Ebdî got ku ev herêm beşek ji peymanê ne, lê çareserkirina kêşeya bi Tirkiyeyê re demeke zêdetir dixwaze. Fermandarê HSDyê her wiha ragihand ku ew ê tu postekî hikûmî qebûl neke û dê di nav gelê xwe de bimîne da ku bingeheke siyasî ji bo Rojavayê Kurdistanê ava bike.