PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwaziya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) kir ku Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl serokatiya wê dikir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, şanda mêvan bi kurtî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiya meydana Sûriyeyê, rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên welat kir û bal kişand ser rol û pêgeha ENKSê di pêvajoya siyasî û danûstandinan de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevî tekezkirina piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoya danûstandinan ragihand: "Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî niha pêdivîtiyek e.”
Serokê Herêma Kurdistanê got ku, parastina mafên hemû pêkhateyan û dabînkirina pêkvejiyanê yekane rêya bidestxistina aramî û pêşketina Sûriyeyê ye.
Şanda ENKSê jî ji aliyê xwe ve pesnî rola berdewam û bibandor a Nêçîrvan Barzanî kir, ji ber hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyeyê û piştgiriya ku Herêma Kurdistanê jê re dike.