Sûdanî pistî lehiya li Kurdistanê fermana alîkariya lezgîn da

Dîroka Weşanê :
Sûdanî pistî lehiya li Kurdistanê fermana alîkariya lezgîn da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, piştî karesata lehiyê ya li Herêma Kurdistanê, saziyên dewletê xistin tevgerê û fermana avakirina foneke awarte da.

Fermana Sûdanî: Fona awarte tê avakirin
Îro, 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an, Serokwezîr Sûdanî talîmat da Navenda Rêvebiriya Krîz û Karesatan a Neteweyî ku "di cih de" bi hawara welatiyên zirar dîtine ve biçin. Herwiha ferman da Wezareta Darayî ya Iraqê ku ji bo qerebûkirin û dabînkirina pêdiviyên lezgîn ên mexdûran, foneke pereyan a taybet ava bike.

Bîlançoya Qurbaniyan: 3 mirî, 12 birîndar û 2 winda
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîl a Herêma Kurdistanê û çavkaniyên xwecihî, encamên lehiyê giran in:

  • Li Çemçemalê (Silêmanî): Omer Seîd Emîn (72 salî) û Beşarat Şerîf (22 salî) canê xwe ji dest dan. Herwiha du zarokên bi navê Karzan Ebdulla (11) û Çîra Mihemed (9) winda ne û lêgerîn berdewam e.

  • Li Kerkûkê: Li navçeya Leylanê, keçeke ciwan a bi navê Beyar Îsa di nav lehiyê de canê xwe ji dest da.

  • Bi giştî 12 kes jî di bûyeran de birîndar bûne.

Banga Tezmînatê
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û bang li hikûmeta Bexdayê kir ku bêyî derengxistin tezmînatê bide wan welatiyên ku ji ber lehiyê zirar dîtine.